Seqiz; Xwaringeha “Romano” li gorî yasayên “hicaba bi zorê” hate daxistin

13:13 - 7 Gulan 2024

Roja Yekşemî 16’ê Banemera 1403’an a Rojî, xwaringeha “Romano” ya ser bi bajarê Seqizê, bi destûra “Desteya Çavdêriya Cihên Giştî ya Fermandehiya întzamî ya bajarê Seqizê” û li gorî yasaya “ hicaba bi zor”ê hate daxistin. 
 
Li gor wêneya mohra vê xwaringehê ku gihîştiye Kurdpayê; Ev xwaringeh ji ber berçav negirtina yasaya sendîkayan û rêzikên cihên giştî heta demek ne diyar daxistiye. 
 
Di daxuyaniya rêveberiya xwaringeha Romano de jî wiha tê gotin; Ev xwaringeh li gor plana niştimanî ya hicabê û ne berçav negirtina mijara hîcabê hatiye mohrkirin û bandor li ser karê 50 karmendên vê xwaringehê daniye. 
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê ragihandiye; daxistina vê xwaringeha han bûye sedema nerazîbûneke zêde di nava raya giştî de û xelk di wê baweriyê de ne ku Komara Îslamî di bingeh de li dijî her cure dilxweşî û keyfxweşiya xelkê ye. 
 
Xwaringeha “Romano” yek ji xwaringehên herî populer ên geştyaran e û gelek şev li wir mûzîk û stranên kurdî tên lêxistin.