Kolberekî Kurd bi sedema gulereşandina hêzên Spahê canê xwe ji dest da

17:13 - 2 Çirriya pêşîn 2019

Ajansa Kurdpa: Kolberekî Kurd ê xelê devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê bi sedema gulereşandina rasterast ya hêzên Spaha Pasdaran, di ser bilindahiya çiyayê Kêleşînê canê xwe ji dest da.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya "Kurdpa"yê, şeva Sêşemî 9 Rezberê, kolberekî Kurd ê bi navê "Ezîz Reîsî" û kurê Menaf û xelkê gundê "Girdîk" a ser bi devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, di ser bilindahiya çiyayê Kêleşîn a ser bi bajarê Şinoyê canê xwe ji dest da.

Ew kolberê Kurd bi bê agehdarkirina berê rastî gulereşandina rasteras ya hêzên Spaha Pasdaran hatiye û canê xwe ji dest da, û termê wî heya niha ji malbata wî re nedane.

Her di vê derheqê de, roja Duşemî 8ê Rezberê, kolberek Kurd yê bi navê "Adil Yeqûbî" yê temen 26 salî û kurê Sidiyq û xelkê gundê "Bîsaran" û rûniştiyê şehreka "Hicret" a ser bi bajarê Merîwanê, bi sedema teqîna mînê, pê wî yê çepê  rastî şikestinê hat.