Kempêyna piştevanîkirin ji kolberan hate lidarxistin

20:25 - 12 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Saiya UNPO û hejmarek ji nûnerên parlemena Ewropayî, kempyênek bo rakêşana fikr û dîtingeha giştî, bo aliyê miraja kolberiyî, di Kurdistana Îranê de, lidar xist.

Saziya UNPO û hejmarek ji nûnerên parlemena Ewropayî, bo rakêşana fikr û dîtingeha giştî, derheq bi mijara kolberiyî di Kurdistanê de, kempêynek di tora civakî ya twitterê de, lidar xistiye.

Birêveberên wê kempêyînê, kuştina kolberan ji aliyê gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îran, û herwisa binpêkirina yasa û pêbend nebûna bi yasayên navneteweyî didine zanîn

Bikaranînên tora civakî ya twitterê bi heştega “Kurdish Lives Matter_Kolbar#” piştevaniyî ji vê kempêynê dikin.

Kober navê yek ji tex û çîna zehmetkêş a Kurdistana Îranê ye, ku di deverên sînorî de, bi karê kolberiyî mejûl in.

Ev çîna zehmetkêş, bi sedema desttengî û hejariyî, neçar in bo dabînkirina hewcehiyên jiyana xwe, bi karê tijî ji metrisî yê kolberiyî di deverên sînorî yên Kurdistanê de, mejûl bin.

Saziyên neteweyan û kêmîneyên nefermî ku bi navê UNPO hatine naskirin, û saziyeke ne dewletiye di “BRUSSEL” de.