Kasibkarekî Kurd hate birîndarkirin

15:05 - 28 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Kasbikarekî Kurd yê xelkê bajarê Merîwanê bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birîndar bû.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 6`ê Cozerdana 1398`an(27`ê Gulana 2019`an), kasbikarê Kurd yê bi navê Nasir Eleviyan temen 55 salî û xelkê gundê Miyanê ku bixwe rûnştiyê bajarê Merîwanê ye, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê, birîndar bûye.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ev kasbikarê Kurd, piştî qewmîna vê bûyerê, bo çareseriyên pizîşkî bo navenda dermanî a bajarê Merîwan hate veguhastin.

Herwisa vê çavkaniya agehdar zêde jî kiriye ku: Piştî vê bûyerê, kasibkarên Kurd digel hêzên henga sînorî rastî aloziyan hatine.

Her di vê pêwendiyê de, roja Pênçşemî 2`ê Cozerdana 1398`an, du kasbikarên din yên Kurd li bajarê Şinoyê yên bi navên “Necimedîn Esefnak kurê Mihemedtaha û xelkê gundê Sofiyan û Ebdulqadir Cesor, xelkê gundê Nelosê, bi sebeba gullereşandina rasterast ya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê bi dijwarî birinîdar bibûn.