Hewlên xwekujiyê di girtîgeha Recayî şehr de, cihê nîgeraniyê ye

14:50 - 22 Şibat 2017
Ajansa Kurdpa: Di girtîgeha “Recayî Şehrê” de, şeş kesan hewla xwekujiyê dane.

Li gor nûçeyên belavbûyî, berpirsên girtigeha Recayî Şehrê, saloneke vê girtîgehê kirine cihê mirinê, û heyanî niha aliyê kêm şeş kesî, di vê salonê de, ku cihê îşkenceyê ye, hewla xwekujiyê dane.

Girtîgeha Recayî Şehrê yek ji girtîgehên herî xirab e di Îranê de, ku girtî tê de têne ragirtin,herwiha di vê girtîgehê de rêbazên herî xirap yên îşkencekirinê têne bikaranîn, ku dibe sebeba xwekuştin û mirina girtiya.

Di deh rojên derbazbûyî de, aliyê kêm 2 girtiyên bi navê “Ebdullah Neqdî û Muslim” ku paşnavê wan nediyar e, di vê salonê de bi cil û petûyan, dest bi xwekujiyê kirine, lê jiyana xwe ji dest nedane, lê rewşa Muslim nebaş e, û ev veguhestine nexweşxaneyê.

Herwiha girtiyek bi navş “Mortiza Xakbaz” û 3 girtiyên din bona rizgarbûna ji vê salonê, hawara xwe bo xwekujiyê birin.

Di vê salonê de bê îmakanî di asta herî jor de ye, û ev salone digel hemû bendan, di têkêliyê de ye, û niha jî 30 girtî tê de têne ragirtin.