Du kolberên Kurd li rûbara Cirimî ya sînorê Urmiyê xeniqîn

20:05 - 5 Gulan 2019
Ajansa Kurdpa: Du kolberên Kurd yên xelkê devera Tirgewer ya girêdaiy bajarê Urmiyê, li rûbara Cirmî ya li sînorê wî bajarî ketin û canê xwe jidest dan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 15`ê Banemera 1398`an(5`ê Gulanê), du kolberên Kurd yên bi navên Ferzad Nûrî, kurê Fireydûn û Burhan Terbî, kurê Elî û xelkê gundê Enbî ya girêdaiy devera Tirgewer, ketine ava rûbara Cirmî, li bilindahiyên sînorê Urmiyê û xeniqîn.

Ev du kolberên Kurd li rûbara Cirmî ya ku ber bi gundê Berdesoranê ve diherike, rastî vê bûyerê hatine.

Her di vê pêwediyê de, roja Şemî 14`ê Banemerê, girûpek ji kolberên Kurd li ser sînorê Nûsûdê, rastî bosya hêzên leşkerî yên hikûmeta Îranê hatibûn û di encamê de, kolberê Kurd yê bi navê Sadiq Ezîzî kurê Eskender xelkê gundê Bîvend a girêdaiy Jawaroyê, canê xwe ji dest dan.