Du çalakên Ereb di Ehwazê de hatin destbiserkirin

21:57 - 28 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Hefteya borî hêzên Îtila’atî ên rejîmê di Ehwazê de, du kes destbiser kirin, û gef li malbatên wan xwarin, ku bas ji girtina wan kesan nekin.

Li gora nûçegihaniyan, hêzên Îtila’atî û ewlekariyê ên rejîmê di doma destbiserkirin û azardana xelkê Ereb ên Ehwazê û herêmên derdorê de, du kesên din jî bi navên Reza Ke’ibî û Elî Celalî destbiser kirin.

Li gora nûçeyan, ew du kes di destpêka meha Cozerdanê de, hatine detsbiserkirin, û bo cihekî nediyar hatine veguhastin. Ew du kes hefteyek bi ser destbiserkirina van de derbaz dibe, û sedema belavnebûna nûçeya girtina wan, vedigere ser vê ku dezgehên Îtila’atî ên rejîmê, li Ehwazê de, tevî destbiserkirina xelkê, gefê li malbatên wan dixwin, ku tu zanyariyekê li ser bûyerê nedin ragehandinan, hekî ne, wê zarokên wan îşkence bikin. Malbat jî ji tirsê vê ku zarokên wan nehêne îşkencekirin, destbiserkirina zarokên xwe vedişêrin.

Eva heyamek e ku dezgehên Îtila’atî û ewlekariyê ên rejîmê, li Ehwazê û navçeyên Erebakincî ên Başûra Îranê, dest kirine bi girtin, û azardana çalakên ferhengî û medenî û heya jîngehî, û ji tirsê vê ku xelkê Ereb ên vê herêmê li dijî rejîmê serî hilnedin, be gef û destbiserkirinê, dixwazin ku rewşeke pir rji tirsê pêk bînin.