Desteserkirina welatiyên Kurd di bajarê Şahîndêj de berdewame

21:04 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Di doma desteserkirina welatiyên Kurd di bajarê Şahîndêjê de, welatiyek din jî hate desteserkirin.

Li gorî raporta ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 24`ê Pûşperê, welatiyek Kurd yê bi navê ”Elî Şîrî”, kurê Yehya, yê xelkê ”Qozlû” a girêdayê bajarê Şahîndêjê, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ew ciwanê Kurd piştî desteserkirinê bo ciheke nexûya hatiye veguhastin.

Heya weşana vê nûçeyê, li sedem û sebeba desteserkirina wî welatiyê Kurd, tu zanyariyek jiberdest nîne.

Her di vê derheqê de, roja Yekşemî, 23`ê Pûşperê, hêzên îtila`atê êrîşê ser gundê “Qozlû” a girêdayê bajarê Şahîndêjê kirine û di encamp wê êrîşê de 3`ê welatiyên Kurd bi navên “Xalid Rehîmî, Elî Îbrahîmî û Mehmûd Qismetî” desteserkirin.

Hêzên Îtila`atê bi bê hebûna destûra yasayî ya dadgehê êrîşê ser malên wan welatiyên Kurd kirin e.