Bi teqeya hêzên Spahê welatiyek canê xwe ji dest da

12:17 - 16 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê “Xoyê” bi teqeya hêzên Spaha Pasdaran canê xwe ji dest da.

Pêka rapora ku gihîştiye Aajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî ,24`ê Xermanan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Ceifer Ehmedî” kurê Mihemed Sidîq, xelkê gundê “Tirs ava” a devera “Qotûr” a ser bi Xoyê, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran, canê xwe ji dest da.

Ew welayiyê Kurd di dema çirandina pezê xwe de, bi bê agehdar kirina berê, li sînorê “Qotûr” ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve teqe jê hate kirin.

Her di vê pêwendiyê de, Roja Înê, 22`ê Xermanan, kolberekî Kurd ê bi navê “Mihemed Hadîzade”, temen 25 salî, kurê “Esed” xelkê gundê “Yûsif Ava” a devera Qotûr a ser bi bajarê Xoyê, rastî teqeyên rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hat û birîndar bû.

Ew kolberê Kurd, bi bê agehdarkirina berê, li ser sînorê Qotûr, ji aliyê hêzên Spaha Pasdaran ve teqe jê hate kirin û ji aliyê akinciyên wî deverê ve, bo navenda dermanî a bajarê Xoyê hate veguhastin.