Bi sedema cejna Remezanê rejîma Îranê givaşan dixîne ser mamostayên Sonî meseb

16:48 - 4 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Tevî givaşên navendên îtila`atî yên hikûmeta Îranê yên li dijî mamostayên olî yên Kurdistana Rojhilat, bajarên Kurdistana Îranê, digel Herêma Kurdistanê, cejna Remezanê ya xwe birêve birin.

Li gorî raporên gihîştinî Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, hêzên îtila`atê li bajarê Bokanê, givaş xistine li ser mamostayên aynî yên wî bajarî, da ku cejna Remezanê digel Herêma Kurdistanê, birêve nebin.

Çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de, ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê re ragihandiye ku: Roja Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an, hêzên îtila`atê li bajarê Bokanê, tev mamostayên aynî yên wî bajarî kom kirine û ji wan re ragihandine ku, nabe roja Sêşemî wekî roja cejna Remezanê rabigihînin û dibe digel hikûmeta Îslamî ya Îranê, cejnê bigrin, hekî ne, wê digel cezayên giran rûbirû bin.

Ji aliyekî din ve, pêşnmêjê roja Înê yê bajarê Pawe, du rojan berî niha, serdana Xaneqaha Şêx Taha Xalisî kiribû û ji bawermendên vê xaneqayê re ragihandibû ku, hekî roja Sêşemî digel Herêma Kurdistana Îraqê cejna Remezanê rabigehînin, berprisên wê xaneqayê wê rastî arîşeyên micid bên.

Gefxwerin û givaşên navendên îtila`atî yên hikûmeta Îranê, li Kurdistanê, di demekê de ne ku, tev bajarên wekî, Pawe, Ciwanro, Kamyaran, Sine, Bokan, Pîranşar, Serdeşt, Neqede, Mehabad û Şinoyê Îro Sêşemî roja cejna Remezanê ragihandine.

Hevwelatiyên Kurdistana Rojhilat, Hikûmeta Herêma Kurdistanê wekî, çavkaniyekê bi xwe dizanin û digel hikûmeta Herêma Kurdistanê cejnên aynî yên xwe lidar dixînin.