Berpirsên xwendingehan soz û qewlan ji desrxwanan verdigrin

16:08 - 5 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Berpirsên xwandingehan, Soz û qewlan ji dersxwanan distînin da ku, di rêûresma Çarşema dawiya salê de, beşdarî nekin.

Li gorî raporên ku gihîştine Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, berpirsên xwendingeha “Mubîn a 1” ya li bajarê Selasa Bawecanî, Soz û qewl li dersxwanan standine da ku, li rêûresma Çarşemî (Çarşemî sorî) ya dawiya salê de, beşdarî nekin.

Ew biryara ji aliyê berpirsên xwendingeha Mubîn a 1 wiha hatiye ragehandin ku, zarok di vê rêûresmê de, rastî şevat yan jî birîndarbûna dest û pê û herwisa birîndarbûna tewaw a cendek dibin.

Li gorî çavkaniyek agehdar di vê derheqê de, ku ji Ajansa Nûçegihaniya “Kurpa”yê re daye zanîn, biryarên wiha yên berpirsên xwendingeha Mubîn a 1, di demekê de bûye ku, wan berpirsan tu deshilatek bo derkirin yan jî birêvebirina biryarên wiha nînin, belkû ev ji aliyê navendên ewlehiyî yên hikûmetê bûne, ku beşdarîkirina di rêûresmên bi wî rengî de, dibe çavkanî û hincetek bo karbidestên hikûmet ê.

Herwisa vê çavkaniyê daye xuyakirin ku, berpirsên hikûmetê, li berpirs û mamostayên xwendingeha “Mubîna 1” ya bajarê Selasa Bawecanî, re ragehandine, ku hekî wê biryarê cîbicî nekin, wê mamostayên wê xwendingehê ceza bidin.