Bêhrûz Boçanî bû xwediyê xelata neteweyî a “Jiyanname” a welatê Ustraliya yê

21:02 - 12 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Nivîser û rojnamenivîsekî Kurd ê xelkê bajarê Îlamê, bû xwediyê xelateke din a wêjeyî.

“Bêhrûz Boçanî” rojnamenivîsê Kurd ê xelkê bajarê Îlamê ku di dorgeya “Manos” a welatê Ustraliyayê de dijî, xelata neteweyî a “jiyanname” a welatê Ustraliyayê bi dest xist.

Ew xelata 17 Hezar dolarî ye, bona çîroka “Tu hevalek bilî çiya” bi wî rojnamenivîsê Kurd re dan.

Çîroka “Tu heval bilî çiya” berhema “Bêhrûz Boçanî” ye, heya niha bûye xwediyê çendîn xelatên wêjeyî, bi taybet xelata Vîkturiya bo wêje û xelata Vîkturiya bo berhema neçîrokî bi dest anîye, Boçanî li dorgeha Manos de ye û dewleta Ustraliyayê derefeta derketin ji dorgehê pê re nade.

Sala 1396`an, wî rojnamenivîsê Kurd, dîkomêntariyek bi navê “Çoka” rewşa jiyana penaberan di kempên “Manos û Naro” de, daye ber çavan.

Ew dîkomêntêre ku bi kamêraya mobaylê hatibû hilgirtin, di fistîvala Lendenê de bi 3 zimanê Kurdî, Farsî û Îngilîsî hatibû nîşandan.

Bêhrûz Boçanî, xelkê parêzgeha Îlam, nivîskar û rojnamenivîsê Kurde ku bi hinek sebeban bi neçarî ji Îranê derketiye û di wê heyamê de hatubû desteserkirin û di dorgeha Manos a Ustraliyayê de, dest bi dîkomênt kirina pirsgirêkên nava kempên “Manos û Naro” de û çalakî di ser mafê mirovî kiriye.