Qorwe; Berdewama binçavkirin û xûanebûna çarenivîsa Pûriya Sefayî

20:48 - 21 Nîsan 2024

Tevî ku 11 roj bi ser binçavkirina welatiyê bi navê Pûriya Sefayî yê temen 20 salî û xelkê Qorwe re derbas bûye, lê li derheq rewşa wî de zanyariyên berfireh nehatine bidestxistin. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han roja Çarşemî 22’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata Sefayî ji bo zanîna çarenivîsa kure wan bê encam bûye. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina Pûriya Sefayî de ti zanyariyên berfireh nehatine bidest xistin.