Sine; Soma Pûrmihemedî mamostaya zimanê Kurdî û endama encûmena rêveberiya “Nûjîn”ê bi 10 sal heps û dûrxistin bo Kirmaşanê hat cezarkirin

11:59 - 21 Nîsan 2024

Mamostaya zimanê kurdî û endama encûmena rêveberiya komeleya çandî-civakî ya “Nûjîn” Soma Pûrmihemedî ji aliyê taya yekem a dadgeha Şoreşa Sine bi serokatiya dadwer Keremî bi 10 sal heps û dûrxistin bo Kirmaşanê hat ceakirin. 
 
Dadgeha Şoreşê ya Sine bi hinceta “Bi armanca têkbirina ewlekariya welat avakirina koman” ev ceza ji bo Xanim Pûrmohemedî da. 
 
Civîna dadgehê bi tohmeta wê mamostaya zimanê Kurdî, roja 29ê Xakelêweyê li taya yekem a dadgeha Şoreş a Sine birêve çû û roja Şemiyê 1ê Banemerê jî, biryara dadgeha jêrîn radestî wê hat kirin. 
 
Beriya niha ji aliyê taya 106 a Dadgeha Cezayê Giran a Sine ve bi îdiaya “têkdana ewlehiya giştî” salek cezayê girtîgehê yê ragirtî li Soma Pûrmihemedî hatibû birîn. 
 
Roja Çarşemî 28’ê Rezbera sala 1401’an a Rojî, ev endama birêveberiya komeleya çandî û civakî ya “Nûjîn”ê, di dema şopandina dosyeya hevjînê xwe Îdrîs Mênberî li dadgeha Şoreşa bajarê Sine, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû binçavkirin û roja Duşemî 24ê Rêbendana 1401an a Rojî, bi danîna barimteya Yek milyar Tûmenî, heya dawîhatina dozê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.