Miyandav; Gazîkirin û binçavkirina du welatiyên Kurd ji aliyê Îtlaata Spaha Pasdaran ve

18:38 - 18 Nîsan 2024

Roja Çarşemî  29’ê Xakelêweya 1403’an a Rojî, du welatiyên Kurd bi navên “Muhsin Qadireş” temen 30 salî kurê Xidir û “Omîd Qadirnjad” temen 28 salî kurê Mehmûd xelkê gundê “Hacî Hesen Şamat” a ser bi bajarê Miyandavê, piştî gazîkirina bo Îdareya Îtlaata Spaha Pasdaran a vî bajarî, hatin binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, gazîkirin û binçavkirina van her du welatiyan bi sebeba beşdariya di rêûresmên cejna Newrozê de li gor Îtla`ata Spaha Pasdaran bûye. 
 
Ev her du welatiyên Kurd piştî hatin binçavkirin bo girtîgeha navendî ya Miyandavê hatin veguhastin. 
 
Wêne ji rastê ber bi çepê: Muhsin Qadireş û Omîd Qadirnjad