Can jidestdan û birîndarbûna 6 kolberan bi sedema ketina xwarê ji bilindahiyên “Jalane” ya Hewramanê

04:49 - 29 Adar 2024

Sibeha roja Pêncşemî 9ê Xakelêweya 1403an a Rojî, kolberek bi navê “Şoreş Şukrî” xelkê gundê “Almane” ya ser bi bajarê Merîwanê, piştî ketina ji bilindahiyên “Jalane”a Hewramanê canê xwe ji dest da û 5 kolberên din jî bi giranî birîndar bûn. 
 
Li gorî çavkaniyeke agahdar, Soreş Şukrî ji ber giraniya birînên xwe dema veguhastina wî bo navendên pizîşkî jiyana xwe ji dest da. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Kolberê birîndar yên ku di vê rûdanê de rewşa wan giran bû, bo navendên pizîşkî yên Kirmaşanê hatin veguhastin. 
 
Ev 6 kolber xelkê bajarên Merîwan û Banê ne. 
 
Agahiyên zêdetir li derheq nasname û rewşa 5 Kolberên din de ji hêla Kurdpayê ve tên şopandin.