Şino; Binçavkirina ciwanekî Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyê ve

00:53 - 23 Adar 2024

Roja Sêşemî 29’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, ciwanekî Kurd bi navê “Sabir Îbrahîmî” xelkê Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin û bo cihekî nediyar hat veguhastin. 
 
Li gor çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên ewlehiyê bêyî nîşanda belgeya dadgehê ev welatiyê han li cihê karê wî de binçavkirin e. 
 
Sabir Îbrahîmî, temen 24 salî, kurê Hisên xelkê gundê “Elkawî” a ser bi bajarê Şinoyê ye. 
 
Heya dema weşandina vê nûçeyê, li derheq sebeba binçavkirina Îbrahîmî û tohmetê li ser wî de ti agahî tine.