Digel binçavkirina Rehîm Selamet de hejmara kesên li Şinoyê hatin binçavkirin gihîşt 4 kesan

11:15 - 21 Adar 2024

Li gorî agahiyên ku gihîştine Kurdpayê; Roja Yekşemî 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Rehîm Selamet kurê Mistefa, welatiyê Kurd ê xelkê gundê Kuroş Ava ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin. 
 
Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 28ê Reşemeya 1402an a Rojî, Emîrr Rehmanî welatiyê Kurd ê xelkê taxa “Taçîn Ava” ya ser bi bajarê Şinoyê, ji aliyê hêzên Îtila`atê ve hatiye binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniya agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Hêzên ewlehiyê Rehmanî bi şikandina deriyê mala wî û lêdan û bêhurmetîkirinê binçav kirin e. 
 
Ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo dadgeha Şinoyê  veguhastin e û piştre bo yek ji navendên binçavkirinê yên Urmiyê veguhestin e û biryara binçavkirina wî bo 15 rojan hatiye dayîn. 
 
Ji aliyekê din ve şeva Yekşemî 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, du xortên Kurd ên xelkê Şinoyê bi navên “Şehram Şahî” kurê Şafî û xelkê taxa “Emîr Ava” ya ser bi Şinoyê û herwiha “Fexredîn Ehmedî” kurê Ezîz xelkê taxa “Taçîn Ava” ya Şinoyê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatine binçavkirin. 
 
Roja 27’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, ciwanekî temen 15 salî bi navê “Mardîn Gageşî” xelkê Pîranşarê li yek ji cadeyên vî bajarî bê nîşandana belgeya dadgehê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e.