Silêmanî; Terorkirina pêşmergeyekî Partiya Komeleya Kurdistana Îranê Şoyîb Zarî ji aliyê ajanên Komara Îslamî ve

23:00 - 16 Adar 2024

Piştî nîvroya roja Şemiyê 26’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, Şoeyb Zarî, pêşmerge û yek ji kadroyên Partiya Komleya Kurdistana Îranê, li nêzîk kempa vê partiyê li devera “Zerguz” a ser bi parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistana Îraqê, ji aliyê ajanên Komara Îslamî ve hat kuştin.  
 
Li gor çavkaniyek agahdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye; Ev kadroyê Komlê ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve bi çeka “Demaçe” hatiye kuştin û bi gule li serê wî ketiye û hatiye kuştin û êrîşkar jî ji aliyê hêzên ewlekarî/”Asayîş”a polîsên Herêma Kurdistana Iraqê ve nehatiye binçavkirin. 
 
Heya dema belavbûna vê raporê, Polîsê Ewlehiyê yê Herêma Kurdistana Iraqê ji bo şopandina vê kuştinê li devera navborî amade ye û termê vî kadroyê Komlê jî bo riya pizîşkiya dadwerî nehatiye veguhastin. 
 
Partiya Komle ya Kurdistana Îranê bi weşandina daxûyaniyekê, kuştina pêşmergê xwe Şoyîb Zar`î ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve bi tundî şermezar kir û ji dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistana Iraqê xwest ku gavên cidî ji bo pêşîgirtina li kiryarên terorîstî yên Komara Islamî ya Îranê bavêjin.