Kirmaşan; Kuştina Meryem Rezmco a xwandekara zanîngeha Razî û endamên malbata wê ji aliyê hevjînê wê yê berê ve

22:51 - 16 Adar 2024

Êvara roja Pêncşemî 24ê Reşemeya sala 1402an a Rojî, Meryem Rezmco xwandekara zanîngeha Razî tevî dayîk û birayê xwe ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve bi çekê hatin kuştin. 
 
Raporên ku ketine destê Kurdpa diyar dikin ku xanima Rezmco beriya demekê ji hevjînê xwe cuda bûye û li gel dayîk û birayê xwe dijiya,kujer ev  û digel endamên vê malbatê kuştin e û niha reviyaye. 
 
Medyaya dewletê sedema kuştina Meryem Rezmco û endamên malbata wê wek "nakokîyên malbatî" ragihand. 
 
Meryem Rezmco xwandekara sala yekem a doktoraya pispor di warê radyo-onkolojî de, Zanîngeha Razî ya Zanistên Pizîşkî ya Kirmaşanê bû. 
 
Her di vê derheqê de, roja Yekşemî 20’ê Reşemeya 1402’an a Rojî, jinek bi navê “Zîba Seyad” temen 27 salî, xelkê gundê “Hisar Kanî Sipî” a ser bi bajarê Urmiyê, ji aliyê hevjînê xwe yê berê, bi çekê hat kuştin.