Kolberê birîndar Eta Hisêynî ji ber giraniya birînên xwe jiyana xwe ji dest da

00:58 - 16 Adar 2024

Êvariya roja Pêncşemî 24’ê Reşemê, Eta Hisêynî, kolberê xelkê gundê “Bilbzan” a ser bi bajarê Pawe, li nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê bi sedema kûrahiya birînan canê xwe ji dest da. 
 
Ev kolberê temen 32 salî, roja Çarşemî 16`ê Reşemê, li sînorê “Şoşmî” bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên hikûmetê, bi tundî birîndar bibû. 
 
Ev kolber pêşî ji bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya Newsûdê hatibû veguhastin û bi sebeba kûrahiya birînan, ji nexweşxaneya Quds a Pawe bo nexweşxaneya Taliqanî ya Kirmaşanê hatibû veguhastin. 
 
Eta Hisêynî zewicî ye û zarokek wî heye.