Girtîgeha Urmiyê; Girtiyê siyasî yê Kurd Kamran Qasimî dawî li çalakiya xwe ya birçîbûnê anî

00:58 - 16 Adar 2024

Roja Pêncşemî 24’ê Reşemê, Kamran Qasimî girtiyê siyasî yê Kurd ku di girtîgeha Urmiyê de cezayê xwe derbaz dike, bi sozeke erênî ya desthilatdaran ji bo cîbicîkirina daxwazên wî dawî li gireva birçîbûnê anî. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, piştî bidawîhatina gireva birçîbûnê, ev girtiyê siyasî ji karantînaya girtîgeha Urmiyê bo beşa girtiyên siyasî û olî yên vê girtîgehê hatiye vegerandin. 
 
 Qasimî roja Sêşemî 15’ê Reşemê, bi armanca şermezarkirina dijberiya rayedarên girtîgehê û Îdareya Îtlaatê, bi daxwaza îzin û berdana bi şert dest bi gireva birçîbûnê kiribû. 
 
Ev girtiyê siyasî zêdetir ji nîvê cezayê xwe derbas kiriye û heta niha jî berpirsên girtîgehê û Îdareya Îtilaatê li dijî daxwaza wî ya îzin û berdana bi şert in. 
 
Ev girtiyê siyasî yê Kurd di heyama hepsa xwe de ji mafê her mirexesiyekê hatiye bêparkirin. 
 
Kamran Qasimî welatiyê Urmiyê, roja 16ê Rezbera .1398an a Rojî, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û ji bo lêpirsînê bo girtîgeha Îtlaata Urmiyê hat veguhastin. 
 
Piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, ev girtiyê siyasî piştî salekê ji bêbiryarî di girtîgehê de, di  Sermaweza sala 1399an a Rojî de, ji aliyê taya duyem a dadgeha Şoreş a Urmiyê, bi tohmeta “çalakî li dijî ewlehiya neteweyî bi riya endametiya di yek ji partiyên Kurd ên opozisyûna hikûmeta Îranê”  bi 10 sal û Yek roj heps hat cezakirin.  
 
Cezayê hepsa Kamran Qasimî piştî ku li ser biryara dadgehê hat guherandin, bû heft sal û 6 meh heps.