Gazîkirina welatiyekî Kurd bo Îdareya Îtlaata Sine

15:22 - 15 Adar 2024

Roja Pêncşemî berwar 24’ê Reşemê, welatiyekî Kurd bi navê Fûad Şabanî, temen 34 salî, xelkê gundê “Tengîser” a ser bi bajarê Sine, bo Îdareya Îtilaata vî bajarî hat gazîkirin û lêpirsîna wî hat kirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev welatiyê han bi rêya telefonê bo Îdareya Îtilaata Sine hatiye gazîkirin û derbarê çalakiyên wî de lêpirsîn ji wî hatiye kirin. 
 
Piştî derbasbûna 8 demjimêran jêpirsînê, Şabanî bi soznameyek nivîskî ya Dezgeha Îtla`ata Sine hat berdan.