Kamiyaran; Berdewamiya binçavkirin û nexûyabûna çarenivîsa welatiyekî Kurd

15:21 - 15 Adar 2024

Welatiyê Kurd ê xelkê Kamiyaranê Ramîn Gorganî tevî ku ev 8 roj in bi ser binçavkirina wî re derbas dibin, hîn jî di girtîgehê de ye. 
 
Li gor çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê han di heyama binçavkirinê de tenê carekê pêwendiya telefonî ya kurt bi malbata xwe re kiriye û ji mafê hebûna parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re jî bê par maye. 
 
Vê çavkaniya agehdar her wiha got: Heta niha şopandina malbata vî welatiyê kurd ji bo zanîna çarenivîsa wî bê encam bûye. 
 
Ramîn Gorganî li 15’ê Reşemeya sala 1402’an a Rojî, li bajarê Kamiyaranê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye binçavkirin û bo cihekî nediyar veguhastin e. 
 
Heta niha li derheq sebeba binçavkirin û tometbarkirina vî welatî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.