Pîranşar; Kolberek ji aliyê hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin

17:43 - 14 Adar 2024

Sibeha roja Sêşemî 22’ê Reşemê, kolberek bi navê “Mihemed Gence” kurê Rehman xelkê Pîranşarê, li sînorê vî bajarî bi sebeba teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên dewletê ve hat kuştin. 
 
Li gorî çavkaniyekê ku ji Kurdpayê re ragihandiye, hêzên leşkerî yên hikûmetê li sînorê “Pitekî” ya Pîranşarê bêyî haydarkirinek berê gule berdane kolberan. 
 
Vê çavkaniya agehdar got jî: Termê vî kolberî piştî şev û rojekê ji aliyê xelkê medenî ve hat dîtin. 
 
Mihemed Gence temen 35 salî ye, zewicî ye û zarokek wî heye.