Girtîgeha Urmiyê; Semed Şaboyî piştî danîna barimteya 3ê milyar Tûmenî hat berdan

22:21 - 12 Adar 2024

Roja Sêşemî 22’ê Reşemê, welatiyê Kurd ê bi navê “Semed Şaboyî” temen 38 salî û xelkê gundê “Şahwane” a ser bi bajarê Şinoyê, bi danîna barimteya 3ê milyar Tûmenî heya dawiya dozê, bi awayekî demkî ji girtîgeha Urmiyê hat azadkirin. . 
 
Pêştir jî Îdareya Îtilaata Urmiyê bi danîna barimteyê li dijî azadkirina demkî ya vî welatî derketibû. 
 
Piştî nêzîkî du mehan ji lêpirsînê, Semed Şaboyî ji girtîgeha Îdareya Îtilaata Urmiyê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatibû veguhastin û ji mafê hebûna parzer jî bê par mabû. 
 
Roja Duşemî 30’ê Gelawêjê, ev welatiyê Kurd piştî gazîkirina bo Îdareya Îtila’ata Şinoyê hatibû binçavkirin. 
 
Roja Sêşemî 20’ê Pûşperê, Siyamend Şebûyî birayê Semed Şebûyî û endamê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Hewlêrê yê Kurdistana Iraqê, ji aliyê ajanên Komara Îslamî ya Îranê ve hat terorkirin. 
 
Heya niha li derheq sebeba binçavkirin û tohmetên li ser Semed Şabûyî de ti zanyariyên berfireh bi dest neketin.