Girtîgeha Urmiyê; Girtiyê siyasî yê Kurd Erselan Xodkam şandin mirexesiyê

22:21 - 12 Adar 2024

Roja Sêşemî 22’ê Reşemeyê, girtiyê siyasî yê Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê, Erselan Xodkam, bo yekem car di heyama hepsa xwe de, ji Girtîgeha Navendî ya Urmiyê bo mirexesiyê hat şandin. 
 
Piştî nerazîbûnên berdewam ên berpirsên girtîgeha Urmiyê li ser emeliyata çavê vî girtiyê siyasî li derveyî girtîgehê, dîtina wî di çavê wî yê çepê de bi pirsgirêk bûye. 
 
Di sala 1400’an a Rojî de bi kêmkirina benda 20’an a Komîsyona Lêborînê, cezayê îdamê yê vî girtiyê siyasî bi cezayê heta hetayî hate guhertin. 
 
Ev girtiyê siyasî yê Kurd di Xezelwer a sala 1999an a Rojî de, nameyek ji serokê dezgeha dadwerî re nivîsandibû û daxwaz kiribû ku dosya wî careke din were lêkolînkirin û dadgehîkirineke dadmend dûr ji bandor û givaşên karbidestên Hifazeta Îtlaatê bê encamdan. 
 
Beriya niha jî Dadgeha Bilind cezayê îdamkirinê yê Erselan Xodkam di bin givaşên Spaha Pasdaran de piştrast kiribû. 
 
Erselan Xodkam girtiyê siyasî yê di girtîgeha navendî ya Urmiyê de di 3’ê Banemera 1397’an a Rojî de bi tohmeta “sîxurî û hevkariya bi yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê re” hatibû binçavkirin û 36 rojan li odeya takekesî ya Hifazeta Îtla`ata Spaha El-Mehî Urmiye lêpirsîn lê hatibû kirin. 
 
Piştre ev girtiyê siyasî bo girtîgeha Urmiyê hatibû veguhastin û roja 8’ê Pûşpera heman salê, ji aliyê tay 1 a dadgeha leşkerî ya Urmiyê ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.