Hejmara îdamên li girtîgeha Îlamê bû bi 2 kes

05:06 - 12 Adar 2024

Sibeha roja Duşemî 21ê Reşemeyê, girtiyê bajarê Serable yêbi navê “Mensûr Mensûrî” li girtîgeha navendî ya Îlamê hate îdamkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar ku ji Kurdpayê re ragihandiye, ev girtiyê temen 44 salî pêştir bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin. 
 
Her di vê derheqê de, sibeha roja Duşemî 21’ê Reşemeyê, girtiyê bi navê “Moîn Selahwerzî” kurê Mihemed xelkê gundê “Heft Çeşme” ya ser bi bajarê Avdananê, li girtîgeha navendî ya Îlamê hate îdamkirin.  
 
Ev girtiyê han di 13ê Cozerdana 1370an a Rojî de, bi tohmeta “kuştina bi zanebûna” birayê xwe hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn.