3 welatiyên Kurd ên girtî piştî danîna barimteyê hatin berdan

05:01 - 12 Adar 2024

Roja Duşemî 21ê Reşemeyê, 3 welatiyên gundê Qirûçayê ya ser bi Dêhgolanê, yên bi navên Pêdram Hisên Penahî, Zubêyr Hisên Penahî û Ebas Hisên Penahî, bi danîna barimteyê, heta dawiya dozê ji girtîgehê hatin berdan. 
 
Li gorî çavkaniyeke agehdar, di dema binçavkirinê de, ev her 3`ê welatî ji mafê hebûna parêzerê diyarkirî jî bê par bûne. 
 
Pêdram Hisên Penahî roja Pêncşemiyê 26ê Rêbendanê çûbû bajarê Dêhgolanê û bi malbata Mihemed naskirî bi (Hejîr) Feremerzî girtiyê siyasî yê îdamkirî  hevtîn kirbû lê, li yek ji xalên kontrolê yên navbera Sine û Dehgolanê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêy nîşandana belgeya dadgehê hatibû binçavkirin. 
 
Her wiha roja Çarşemî 18’ê Rêbendanê jî hêzên ewlehiyê li bajarê Dêhgolanê, Zubêyr Hisên Penahî û Ebas Hisên Penahî bêyî ku belgeya dadgehê nîşan bidin, bi tundûtîjî û lêdanê ev binçav kiribûn. 
 
Ev her du welatî ji bo dîtina malbata Mihemed naskirî bi (Hejîr) Feramerzî, girtiyê siyasî yê îdamkirî, çûbûn bajarê Dêhgolanê.