Girtiyek li girtîgeha navendî ya Îlamê hat îdamkirin

05:00 - 12 Adar 2024

Sibeha roja Duşemî 21’ê Reşemetê, girtiyê bi navê “Moîn Selahwerzî” kurê Mihemed xelkê gundê “Heft Çeşme” a ser bi bajarê Avdananê li girtîgeha navendî ya Îlamê hate îdamkirin. 
 
Çalakvanê siyasî yê bajarê Avdananê Îsa Bazyar ku li ser rûpela xwe ya Xê ev nûçe belav kiriye; Wî nivîsî: Moîn Selahwerzî ku ev heyama 30 salan bû bi tawana kuştina bi zanebûn di girtîgeha Îlamê de girtibû, piştî 30 salan îro serê sibê hat îdamkirin. 
 
Ev girtiyê han di 13ê Cozerdana sala 1370an a Rojî de, bi tohmeta “kuştina bi zanebûn” a birayê xwe hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê dezgehên dadwerî ve cezayê îdamê lê hatibû birîn. 
 
Mo`în Selahwerizî du zarokên wî hene. 
 
Heta niha nûçeya îdamkirina vî girtiyê ji aliyê dezgehên fermî û medyayên hundirê Îranê ve nehatiye ragihandin.