Rapor/Pêkhatina Dewleta Utonom li Kurdistana Sûriyê/hevpeyvîn

15:13 - 24 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Siyaset û bernameyê PYD’ê li Kurdistana Sûriyê, nîgeranî bo çalakên Kurd çêkiriye.

Di gengeşa siyasî û rewşa navxweyî ya welatê Sûriyê û nêrînên navneteweyî li ser pêşeroja wî welatî û her wisa Serkomrê pêşerojê yê wî welatî, partiya PYD ya ser bi PKK’ê li Kurdistana Suriyê, reşnûsa Utonomiyê bilav kir.

Yeketiya Demokrat ya Kurdistana Sûriyê ku bi xurtirîn hêza Kurd li rojavayê Kurdistanê tê nasîn, bi bilav kirina gelaleyek 60 madeyî jibo yasaya Îdarî, hikûmetek herêmî li Kurdistana Sûriyê pêk dînin.

PYD’ê bi şerê tevî girupa “Elnesir”li herêmên Kurd akincî wek “Serê Kanî”yê ya welatê Sûriyê, hejimarek destkevt û serkevtinên berçav bidest xistin û li heman demê de bi girtina emîrê “Elnesir” û azad kirina vî,200 girtiyên Kurd ku li destê girupa “Elnesir”de bûn, hatine azad kirin.

Reşnivîsa Utonomiyê li Kurdistana Sûriyê

Dewleta ku ji aliyê PYD’ê tê pêşniyar kirin, ji 21 wezaretan pêktê û wezîr di mecilisekê de ku bi vê hencetê tê lidar xistin birêve diçe û tên destnîşan kirin.zimanê fermî li Kurdistana Sûriyê zimanên Kurdî û Erebî ne û li heman demê de yekeytiya xaka Sûriyê bi parastina demokrasî û fidralî yê dê bihê parastin.

Li gor vê yasayê bajarê Qamîşlûyê wek payitexta herêma Kurdistana Sûriyê hatiye diyarî kirin û li heman demê de cura ala û marşa Neteweyî li gor yasayê dêbihê diyarî kirin.

Mafê Mirovan, Petrol,Jin û Malbat,berevanî, Dadgeh û Welat bi girîngtirîn wezaretên hikûmeta Utonom ya rojavayê Kurdistanê tên hesibandin.

Bilavbûna vê nûçeyê li demekê deye ku Salih Muslim hevserokê PYD’ê pêkhatina dewleta utonom li Kurdistana Sûriyê red kiribû û ragehandibû ku armanca partiya wan pêkaina “Xweseriya Demokratîk”e.

PYD tevî şivra niştîmanî ya Kurdên sûriyê û bi taybetî “Elpartî”yê li rikeberê deye û bi berdewami hevdu bi çavkaniya aloziyan tawanbar dikin.

Elpartî ku bi yek ji partiyên bihêz yê Rojavayê Kurdistanê tê nasandin li bin rêberiya “Ebdulhekîm Beşar” kesê nêz ji malbata barzanî û “Partiya democrat ya Kurdistana Îraqê”birêve dice.

Pirsgirêkên Rojavayê Kurdistanê çine ?

Çalakek naskirî yê rojavayê Kurdistanê li ser pêkhatina hikûmeta utonomli Kurdistana Sûriyê bi nûçegîhaniya kurdpa ragehand:heta niha helwestek taybetî div ê pêywendiyê de nehatiye bilav kirin û nabe em ji bîr bikin ku tenê PYD li Kurdistana Sûriyê hebûn nine.

\"14107.jpg\"
Selah bedredîn،Çalakek naskirî yê rojavayê Kurdistanê
Selah bedredîn qonaxa niha ya Sûriye bi qonaxa xebat jibo herifandina hikûmeta “Beşar Esed”diyarî kir û got ku dabîn bûn û bidest xistina mafên neteweyî û siyasî yê Kurdên Kurdistana Sûriyê ji bilî berçavgirtina şoreşek sertaserî û pişikdariya hemû hêz û aliyan ,tûşî gelek kêşe û pirsgirêkan dibe.

Bediredîn gotinên PYD’ê li derheq azad kirina para here zor ya Kurdistana Sûriyê bi narast li qelem da û got:niha jî li bajarê Qamîşloyê îdare û navendên hikûmeta Besê wî bajarî birêve dibin û di rastî de rewşa niha ya Kurdên Sûriyê cûrek ji rizamendiya Beşa Esed jibo PKK’ê û çiqên vê û her wisa Îran û Rûsiye û Hizbulaha Lubinanê birêve diçe.

Li heman demê de mamostayek zanîngehê li ser nûçeya bilavbûna reşnivîsa utonomiyê bi bê hevdengîya partî û Kurdên Sûriyê, got:heya niha gelaleya vê reşnivîsê ji aliyê “Elpartiyê”bi fermî nehatiye teîd kirin.

\"14108.jpg\"
Serbest Nebî، karnasê karubarên Sûriyê
Serbest Nebî di hevpêyvînek telefonî de bo ajansa kurdpa ragehand, rewşa niha li Sûriyê wek şerê navxwe tê zanîn û got: ez li ser vê baveriyê me ku PYD li Kurdistana Sûriyê bandore yekem heye lê heya niha nekariye hemû xaka Kurdistana Sûriyê rizgar ke.

Ew karnasê karubarên Sûriyê base vê yekê jî kir ku renge kar û kiryarên PYd’ê rewşa niha li Kurdistana Sûriyê bigohure, lê nabe Kurd bi çi avayekê şerê navxwe û mesebî û eşîreyî çêkin.

Helwêst û dijkiryarên pêkhatina dewleta Utonom

Gotinên yek ji wan du çalakên Kurd li demekê deye ku 2 şevan beriya niha berpirsyarê Artêşa Azad ya Sûriyê bi yek ji kanalên Turkiyê raghendibû ku artêşa Azad bername û reşnûsa PYD’ê qebul nake.

Selîm Îdrîs bilav kir ku Sûriye welatekî yekperçeye û li dema niha de rê bi helperestan naden.

Her wisa dewleta Turkiyê jî li vê derheqê de dijkiryar nşandabû û heftiya bihûrî civînek lezgîn bi pişikdariya serkomarê wî welatî û berpirsyarên nizamî û ewlekariyê lidarxistibûn.

Artêşa Turkiyê bi heceta teqe kirina hêzên PYD’ê li bargah û binkeyên Artêşa Turkiyê, toparana bajarê Serê Kaniyê kiribûn.

Di gotarekê de ku roja Duşemê, Bulent Arinç pêşkeş kir ,got ku: Turkîye avakirina rêveberîyeke “de fakto” ya Kurdî li Sûrîyê qebul nake.

Lê belê Arinç negot Turkiye wê çewa pêşî li avabûna rêveberîyeke Kurdî bigire.

Karbidestên Turkiyê nîgeran in ku çekdarên Kurd hêzên xwe li bajarên ser sînorê Turkiyê xurt dikin.

Nîgeranî û perîşaniya Turkîyê kûrtir bûn piştî vê yekê ku Partîya Yekîtîya Demokrat(PYD), ya ser bi Partîya Karkerên Kurdistanê(PKK), dest bi ser bajarekê nêzîkî sînorê Turkiyê girt piştî şer û pevçûnên bi komelên tundrê yên Îslamî.

Hêzên Kurd li Sûriyê hertim dewleta Turkiyê bi destverdan û piştewanî ji girupên çekdar yên Îslamî tawanbar dikin ku ji sînorên Turkiyê ber bi rojavayê Kurdistanê diherikin û rewşa ewlehiya Kurdistana Suriyê têk didin.

Niha li Kurdistana Sûriyê 2 Partiyên sereke “PYD”bi serokatiya Salih Muslim û nêz ji PKK’ê û “Elpartî” bi serokatiya “Ebdulhekîm Beşar”nêz ji partiya Demokarat ya Kurdistana Îraqê li piroseya siyasî de pişikdarin û bandore xuert hene.

Nêzîk bi %25 ji nifûsa 23’ê Milyonî ya Sûriyê welatiyên Kurdin.
\"14110.jpg\"