Berdevkê Koma Civaka Kurdistan: Ev kiryara Amerîkayê di berdewamiya pîlanên li dijî rêber Apo de ye

22:31 - 8 Çirriya paşîn 2018
Amerîkayê roja Sêşemî 15`ê Xezelwerê (6`ê Çiriya Paşîn) di daxuyaniyekê de ragehand ku, xelatên malî yên ku derheq zanyariyên bo eşkerekirina nasname yan jî cihê veşaritî yên rêberên Partiya Kedkaran ya Kurdistanê ye.

Piştî serdana şivêrmendê Wezîrê Karê Derve yê Amerîka yê di karê Ewropa û Rojhilata Navîn de, bo Enkerê, balyozxaneya Amerîkayê ya li Turkiyê ev daxuyanya veşand, û di vê daxuyaniyê de, xelata bi qasî 5 milyon Dolar bo wergirtina zanyariyan derheq
“Murad Qereîlan” û “Cemîl Bayîk” û “Dûran Kalkan” li pey yek, xelata bi qasî 4 -3 milyon Dolarî dest nîşan kiriye.

“Cemîl Bayîk”, “Murad Qereîlan” û “Dûran Kalkan” ji avakerên Partiya Kedkarên Kurdistan, û niha jî endamê şêvra rêberiya (PKK) û (KCK) û (YPG)ê ne.

Turkiye, Yekîtiya Ewropa û Amerîkayê, Partiya Kedkarên Kurdistan, wekî saziyeke terorîst nas dikin.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa” di vê derheqê de, digel “Serhed Warto” Berdevkê Koma Civaka Kurdistan (K.C.K) encam daye.

Berdevkê Koma Civaka Kurdistan, derheq vê kiryara Amerîkayê ragehandiye ku:

“bêguman ev kiryara Amerîkayê nebicî, û nayê qebolkirin, ev kiryara di berdewamiya pîlanên li dijî rêber Apo bi serkirdayetiya Amerîkayê ye, û armanca Amerîkayê di vê derheqê de zelale, ku bi guherînkariyên di Rojhilata Navîn de, hewcehî bi tevgera Kurd heye, û Partiya Kedkaran a Kurdistan, û bi taybet rêber Apo jî , li dijî bi karanîna tevgera Kurd di rasta berjewendiyên Amerîka û Hevalbendan e,her ev yeka jî, bo Amerîkayê pirsgirêkan çê dike, û wan dest dane bi pîlaneke bi vî rengî Amerîka û hevalbendên wî piştî pîlana li dijî rêber Apo ya li sala 1999`an, ku serkevtineke wisa bidestve neanînane, rêveberiya me riya rêber Apo berdewam kirin, û siyaseta gelê Kurd di rasta bejewendiyên neteweya Kurd rêberî kirine, û ne di rasta berjewendiyên aliyên din de, û her ev sê hevalên şoreşger yên me jî rola herî esas di vê derheqê de hebûne, lewma armanca Amerîkayê sernekivtiye, û bi vê kiriyarê dixwazin berejewendiyên neteweya Kurd di rasta berjewndiyên xwe de bi kar bînin.

Navbirî ev yeka jî zêde kir ku: “Ev kiriyara Amerîkayê li gorî daxwaza dewleta Turkiyê bûye û di sala 1999`an de jî, pîlanek li dijî rêber Apo li ser daxwaza dewleta Turkiyê, ji aliyê Amerîkayê hatiye cîbicî kirin, û ev kiryara di rasta parastina berjewendiyên Turkiye û Amerîkayê de ye.

Serhed Warto da zanîn ku: Hewceye ku partî û aliyên siyasî yên Kurd bizanibin ku hêzên ku dixwazin digel (PKK)ê tesviyehisabên siyasî bikin, di esasê de, naxwazin pirsa Kurd çareser be, çimkû bi bê “PKK” e pirsa Kurd çareser nabe, heya pirsa Kurd di qeraxê de be, û ew wê bo berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Berdevekê Koma Civaka Kurdistan, ji hemû partî û aliyên Kurdistanê daxwaz dike, da ku li hemberî vê kiryara Amerîkayê helwêst hebin, û herwisa got ku: “PKK”yek ji hêzên naskirî û xwedî hêze di Kurdistanê de, hekî “PKK” nebe siyasetên Kurd ber bi lawazbûn ve wê her in, îhtmal heye jî ku, destkevtên niha yên gelê Kurd wê ji nav biçin, û ewa tenê bo “PKK” nine, û tewahiya partî û aliyên Kurdistanê li xwe digire.

Her di vê derheqê de, Partyia Kedkaran a Kurdistan, digel welatên deverê yên wekî Îranê:

“PKK” e hêzeke ku nayê tune kirin, û digel hemî hêzan li gorî azadiya gelê Kurd û demokratîzekirina Rojhilata Navîn, gotûbêjan dike, û niha berbesta serekî ya li ser riya çareserkirina pirsa Kurd, dewleta Turkiy e, hekî dewleta Turkiyê dev ji siyasetên tunekirin û komkûjiya gelê Kurd berde, pirsa Kurd di Îran û welatên din de jî wê bihêsanî çareser be, û dewleta Turkiye sedema çaresernebûna pirsa Kurd di Îran, Îraq û Sûriyê de ye, li gorî wê jî armanca sekinandina “PKK” li hemberî siyasetên Dewleta Trukiyê de ye”.

Serhet Warto wiha berdewam kir : “Hertim me ji dewleta Îranê daxwaz kiriye ku pirsa Kurd ji riya gotûbêjan digel partiyên Kurdistana Îranê çareser bike, û derbaziya Kurdistana Turkiye û Kurdistana Îraqê daye xuyakirin ku pirsa Kurd rêçara leşkerî nîne, û rêçara leşkerî tenê çareserkirina pirsa Kurd kûrtir dike.

Berdevkê Koma Civaka Kurdistan di dawiyê de, derheq pêwendiyên di navbera Partî û aliyên Kurdistanê de got:”Me digel partî û aliyên Kurdistanê pêwendî heye, û vê yekê hewce dibînin ku, di vê derheqê de, bo çê kirina yekîtiya neteweyî hewl didin û wekî gaveke sitratjîk lê dinihêrin,me ji destpêkirina çalaiyên xwe heya niha pirsa yekîtiya neteweyî girtiye pêşiya xwe, hekî di vê rastê de hereketê bikin, tevgera gelê Kurd wê bibe tevgereke xwedî hêz, êdî tu hikûmeteke alozker nikare li hemberî gelî Kurd de, serbikeve, û heya niha bi sedema nebûna yekîtiya me, dewletên alozker digel gelê Kurd şer dikin, û herwisa dewletên alozker li ser vê baweriyê ne ku, Kurdan li dijî yektir tûj bikin, û em digel yekbûnê, dikarin pîlanên dewletên alozker şikest bidin.