Ciwanekî Kurd hate ceza kirin

21:15 - 30 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Ciwanê Kurd yê xelkê gundê “Nêyî” bi 5 sal hepis hate cezakirin.

li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, ciwanê Kurd yê bi navê “Silêman Efra” temen 22 salî û kurê Rehmet xelkê gundê “Nêyî” a girêdayî bajarê Merîwanê, ji aliyê dezgeha dadweriy a hikûmeta Îranê bi 5 sal hepis hate cezakirin.

Dezgeha dadweriy a hikûmeta Îranê, ew ciwanê Kurd bi tohmeta “alîkarîkirina di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisiyon yên hikûmeta Îranê” bi 5 sal hepis cezakirin.

Roja Pêncşemî 27`ê Befranbara 1397`an, “Selman Efrar” bi danîna barimteya 50 milyon Tûmenî, heya dema birêveçûna civîna dadgehê, bi awayekî demkî hatibû azadkirin.

Ew ciwanê Kurd roja Yekşemî 27`ê Xezelwera 1397`an, ji aliyê îdareya îtila`ata bajarê Merîwanê hatibû gazîkirin û li wir desteser kiribûn.

Navbirî bi tohmeta “alîkarîkirina di gel yek ji Partiyên Kurd yên Opozisiyona hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên îtila`atê hatibû desteserkirin û piştî lêkolînê, bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Sine veguhastine.