Şino; Seyîd Eyûb Mosewî girtiyê siyasî yê berê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat binçavkirin

18:34 - 8 Gulan 2024

Roja Sêşemî 18’ê Banemera 1403’an a Rojî, Seyîd Eyûb Mosewî girtiyê siyasî yê berê û xelkê gundê “Mîrava” ya ser bi bajarê Şinoyê, piştî gazîkirina bo îdareya îtlaata Spaha Pasdaran a vî bajarî, hate binçavkirin. 
 
Li gor çavkaniyek agehdar, ev welatiyê Kurd piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin. 
 
Seyîd Eyûb Mosewî di dawiya meha Gelawêja sala 1397’an de ji aliyê hêzên Îtila’ata Spaha Pasdaran ve hatibû binçavkirin û piştî bidawîhatina proseya lêpirsînê, bi danîna barimte hatibû berdan. 
 
Ev welatiyê han di sala 1398an a Rojî de bi tohmeta “endamtî di yek ji partiyên Kurd ên opozisyona hikûmeta Îranê de” ji aliyê taya 101a dadgeha cezayên giran a 2 Şinoyê ve bi 5 sal heps hat cezakirin û ev ceza 3 sal û 9 sal û 9 sal cezayê  pêka xala 442 bi 3 sal û 9 meh hat kêmkirin. 
 
 Mosewî roja Çarşemî 4ê Befranbara 1398an a Rojî, bo cîbicîkirina cezayê hepsê bo girtîgeha Nexede hatibû veguhastin û di sala 1400`an a Rojî de bi şertê ji girtîgehê derket.