Zext Û Givaş Bo Ser Alîgirên Ola Yarsan Berdewam E

19:02 - 10 Çirriya paşîn 2011
Kurdpa: Berpirsên ewlekarî yên Parêzgeha Kirmaşanê îzna rêveçûna rêsema olî nedan alîgirên ola Yarsanê.

Lin gor ew nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpa, di halekê de ku pêrewên ola Yarsanê ji bo rêvebirina rêûresma heca olî ya taybet bi Yarsanan li cihek bi navê Xaniqa li gundê Şêxan ya herêma Dalahû ya ser bi Kirmaşanê xwe amade dikirin, ji aliyê berpirsên ewlekarî yên parêzgehê pêşî ji rêveçûna rêûresma wan hat girtin.

Pêka gotinîn xelkê amadebûyî li wir, biryar bû Seyid Nesredîn Heyderî rêberê pêrewên ola Yarsanên Îranê di vê rêûresmê de amade be û qise bike.

Hêjayî gotinê ye ku karê han ji aliyê berpirsên ewlekarî ên parêzgeha Kirmaşanê bû sedema nerazîbûna pêrewên ola Yarsanê bi awayekê ku dixwastin li hember Binkeya Parêzgarê Kirmaşanê meşa nerazîbûnê lidar bixin.




.