Zêhniyeta li dijî jinê!

15:41 - 24 Nîsan 2013
Unknown Author
Kakşar Oramar

Li bajarê Merîwan dadgerekî Îranî kesekî tawanbar neçar dike ku kincên jinan bike ber xwe. Piştre destûrê dide ku wî di nava kuçe û kulanên bajar de bigerînin û bi qêrîn û hawar ji xelkê dawa bikin ku bên û vê qaşo rûreşiyê jî bibînin. Armanc ji karekî wiha re tenê ewe ku mêr(wek kesê herî bi bandor ê malbat û civakê) şermê ji xwe bikin. Keramet û siyaneta nasnama xwe a mêrtiyê biparêzin. Tawana kesê tawanbar jî tenê pirsgirêkeke malbatî bûye û bes. Wan dikarîn tawanbar bi rêbazên din jî tenbîh bikin, lê li pişta vê hereketê peyamên girîng hene:

1. Zêhniyeta rayedarên komara îslamî a di derheqa maf û şexsiyeta jinê de baş tê kifşê. Ew bi bê li berçav girtina gûherandinên ku ji 1500 salan û virde di civaka mirovahiyê de çêbûne, hêşta jî bi cahevekî wisa kêm li kesayetiya jinê temaşe dikin. Bûyera Merîwan ji hezaran tiştên wiha nabe yek jî. 32 sale ku wan sedan karên wiha encam dane û bi sed rengan kesayetiya jinê di civakê de tehqîr kirine.

2. Li rojhilatê Kurdistanê tehqîr tenê ji jin, mêr an jî xortên Kurd re nîne. Ew di hemû temenê xwe yê tije zulm û zordariyê de li dijî hebûna netewa Kurd sekinîne û şerê „hebûna Kurd û Kurdistanê“ kirine. Ev karê wan tenê dilopek bû ji deryayek bêdawî a tundî û şideta li dijî çand û taybetmendiyên me yên netewî. Lê çanda me mîna camekî zêrîn ê çend hezar salî bi hêrişên wiha re naşikê. Reaksiyona mêr û jinên Kurd li her derê hinekî mejiyê genî yê hakimên Tehranê leqand. Ew di vê azmona xwe de 100% rastî şikestê hatin. Bi vê re jî pilana wan ya duyê yê bisekine.

3. Dersên ku em Kurd wek miletekî aktîv yê gûherandinên dawî li rojhilata navîn dikarin ji bûyereke wiha bigirin, pirin. Lê bi ya min a girîng tenê ewe ku zêhniyeta me bixwe jî nehatiye gûherandin. Li Ewropa bêtir ji her miletekî biyanî, Kurd jin û keçên xwe dikujin. Yanî berê divê em baş li rûyê xwe binêrin. Ger di nava me xwe de sivkatiyên wiha rû nedana, hingî komara îslamî jî nedikarî wiha hêsan vê bêkerametiyê bike. Yanî divê em Kurd jî çavekî li nava mala xwe bigerînin.

4. Di rewşekê de ku di dirêjahiya hemû dîroka Kurdistanê de keç û jinên Kurd serkêşî ji gelek bûyerên dîrokî re kirine, ji hêla komara wehşetê hereketeke wiha pir watedare. Roja îro ne jinên Fars, ne yên Ereb û ne jî yên Tirk bi qasî jinên Kurd di qada kar û xebata siyasî da çalak nîne. Kîjan hereketa siyasî li cihanê tê dîtin ku bi qasî Kurda „şervanên keç û jin“ hebin an jî xwedî partiyeke xwe ya taybetî bin? „Gerîlabûn“ êdî di nava jin û keçên Kurd de bûye huner û jiyaneke nû. Wan bi xwe re cewherên jiyanê jî guherandine.

Bi giştî li Merîwanê vê pêngava ne di cih a dewleta Ehmedî Nejad hevgirtina Kurda zêdetir kir. Kurd şiyartir kirin û ji her tiştekî girîngtir cesaretek mezintir di nava jinên Kurd de çêbû. Li pêy kempîna ku li jêr navê“ jinbûn amirazê tehqîr û tenbîhkina tikesekî nîne“ niha ji rayedarên komara îslamî tê xwestin ku „dawa lêborînê“ ji gelê Kurd bikin. Êdî li Îranê „hakimên mêr û apolîtîk“ jî bi vê rastiya dîrokî hesiyane ku li „Kurdistana mezin“ şoreşa zêhniyetê çêbûye. Di karekî wiha de jinên Kurd xwedî rolê yekê bîne. Ji ber vê yekî jî bi vê şoreşê re şerkirin yanî mirin û neman. Tenê bi karên wiha re ye ku ew nasnama xwe a rastîn raberî cihana pêşvero didin.

Jin azadî û jiyane, cesaret û wijadane. Hîvîdarim em bêtir ji salên berê bihayê dayik, xwîşk û jinên civaka xwe bizanin.