Yek ji birêveberên malpera “Meczûbanê Nûr” hate ceza dan

22:10 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2018
Ajansa Kurdpa: Dadgeha Şoreş a bajarê Tehranê yek ji birêveberên malpera “Meczûbanê Nûr” bi 12 sal heps, 74 derbên qamçî û 2 sal dûrxistin ji bo devera Selasa Bawecanî hate ceza dan.

Li gorî rapora malpera “Meczûbanê Nûr” a binkeya nûçegihaniya çandî a derwêşên “Nê`imetullah Gunabadî”, “Kesra Nûrî” ku xwendewariya bilind ya beşa maf li zanîngeha Tehranê wergirtiye, û yek ji birêveberê malpera “Meczûbanê Nûr” e, bi berpirsayetiya dadwer “Ehmedzade” berpirsê taya 26 a dadgeha Şoreş a bajarê Tehranê bi 12 sal hepsa te`zîrî, 74 derbên qamçiyê û du sal dûrxistin ji bo devera Selasa Bawecanî û du sal neçûna bo dervey welat û herwisa du sal bêparkirina ji endambûn di girûp û partî û aliyên siyasî û civakî û çalakiyên medyayî hatiye cezadan.

Ev çalakvanê mafê mirovan, ku yek ji derwêşên Gunabadî ye, roja Yekşemî 17`ê Reşemeha sala derbazbûyî, ji aliyê hêzên ku kincên van şexsî bûn ve, hatibû binçavkirin, û piştî lêpirsînê di girîtîgeha îtila`ata bajarê Tehranê de, ew ji bo girtîgehê vî bajarî hatibûn veguhastin.

Di demên berê de jî, “Kesra Nûrî” di sala 1390`î heta nîveka sala 1394`an, bi sedema çalakiyên medyayî û pêwendî digel derwêşên Gunabadê, heyama hepsa xwe bi pilaka hejmara sed, di girtîgeha Adilava ya bajarê Şîraz û herwisa girtîgeha Êvînê de derbaz kiribû.