Yedullah Namcû hunermendê Kurd di bajarê Sineyê de koça dawî kir

20:34 - 15 Kanûna pêşîn 2016
Ajansa Kurdpa: Yek ji hunermend û xweşnivîsê bajarê Sineyê, bi sebeba pîrbûyînê di temenê 92 saliyê de koça dawiyê kir.

Li gor nûçeya ku gihîştiye Ajansa Kurdpayê: Roja Duşemiyê 22’ê Sermawezê Yedullah Namcû, şêwekar û xweşnivîsê bajarê sineyê bi sebeba pîrbûyîn û nexweşiyê malavayî ji hunermendan û cîhana hunerê kir.

Yedullah Namcû heştê salî mijûlê karê hunerî bû, û xizmeteke mezin di aliyê şêwekarî û xweşnivîsiyê de bona Kurdistanê kiriye.

Di sala derbazbûyî de (1394’an), ji aliyê Nawenda Hunera Kurdistanê û encumena rêzgirtin ji “Mefaxir Kurdistan” bi beşdarbûyîna beşeke berçav ji hunermend û nivîskar û çalakên çandî ên bajarê Sineyê rêz ji wî hunermendê re hate girtin.

Ew hunermendê Kurd,di sala 1303’an de di bajarê sineyê de ji dayîk bûye û bi gotina yek ji nêzîkên wî, heyanî temenê 17 saliyê ji ber dûrkirinê “sûrgûn”ê, wî li bajarê Kirmanşanê jiyan kiriye, û di temenê 16 saliyê de çûye nav cîhana hunermendiyê, û fêrî wênekêşandin û xweşnivîsiyê dibe, û piştî wê bûye mamostayê dibistana bajarê Sine yê.

Roja Sêşemiyê 23’ê Sermawezê, termê wî hunermendê Kurd, bi amadebûna binemaleya wî, û beşeke zêde ji xelkê bajrê Sineyê, bona spardina termê wî di goristana “Biheşta Mihemedî” de amade bûn.