Xwe nexapînin - Gulê Algunerhan

14:30 - 18 Gulan 2015
Unknown Author
Gulê Algunerhan

Her sal van çaxan her kes qala zimanê kurdî û girîngiya wê dike. Ji ber ku di 15’ê Gulana 1932’an de Kovara ‘Hawar’ ji aliyê rewşenbîr û hezkiriyê zimanê kurdî Celadet Elî Bedirxan û hevalên wî Kamûran Bedirxan, Qedrîcan Osman Sebrî, Cegerxwîn û Nûredîn Zaza ve li Şamê hat derxistin. Ji ber ku ev kovara bi qedr û qîmet xwe gihand hawara gelê xwe, 15’ê Gulanê wekî Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin. Her kes dizane ka zimanê dayikê çiqas girîng e.

Jixwe her kesê ku diaxive qala girîngiya zimanê dayikê dike. Lê hezar car mixabin, ew gotinên ku ji bo girîngiya ziman tên gotin hemû li hewa dimînin. Di serî de siyasetmedarên kurd û yên pêşengiya civakê dikin di vî warî de gelekî qels dimînin. Erê li her 4 hêlên Kurdistanê şert û merc ji hev cuda bûn, jixwe nabe ku mirov vê ferqê nebîne. Lê belê sedem çi dibe bila bibe, piştî salên ku bi berxwedan û bedêlên giran derbas bûn nabe ku mirov zimanê kurdî nizanibe. Ev yek ji bo siyasetmedar û pêşengên gelê kurd êdî qet nayê qebûlkirin. Dema mijar dibe zimanê dayikê hema bêje her kes dibêje ‘Ma heval em ne li djî zimanan in, tişt nabe.’
 
Yê nizanibe ew ê bêje qey ji wan re gotine zimanê din fêr nebin û neaxivin. Ev yek jixwexapandinê wêdetir ne tiştek e. Kes kesî re nabêje zimanê din fêr nebin û neaxivin. Lê zimanê dayikê ji her zimanî girîngtir e. Çawa ku ji bo tirk, fars, ereb, fransî û almanek zimanê xwe nezanîn şerm be, ji bo kurdek jî wiha ye. Êdî bila kes xwe nexapîne û nebêje ev yek ne pir girîng e ya girîng mirovahî û hurmeta li hemberî ziman û çandên din e. Rast e ez jî dibêjim divê her kes hurmetê nîşanî çand û zimanên din bide lê belê teşwîqkirina axaftina kurdî nayê maneya bêhurmetiya li hemberî zimanên din.
 
Lewma divê her kes berê xwe bide vê têkoşîn û berxwedana ku bi salan e tê meşandin û destê xwe dayne ser wijdanê xwe. Ji ber ku êdî gel jî vê rewşê qebûl nake, ger em dibêjin em kurd in, bi nasname, çand, dîrok û zimanê xwe hene, nexwe wê demê divê pratîka me jî li gorî vê teoriyê be. Ger daxwaz hebe, ked û hewldan hebe wê çaxê tu tiştekî ku li pêşiya mirov bibe asteng namîne.
 
Ji bo ku kurdî bi pêş bikeve û di her qada jiyanê de bê axaftin divê ku em destpêkê wan kelemên ku di mejiyan de hatine avakirin ji holê rakin û hewl bidin bi zimanê xwe yê dayikê biaxivin. Wê demê dê were dîtin ku bi rastî jî jiyan bi kurdî xweş e… ‘Bi xeml û rewş e, şêrîn û xweş e Şêrîn û xweş e, zimanê kurdî Bi xweş awaz e, letîf û naz e, Letîf û naz e, zimanê kurdî’

Jêder: Azadiya Welat