Xamineyî: Di mijarên kilturî de em hest bi “Berelayî”yê dikin

22:14 - 6 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Elî Xamineyî rêberê rejîma Komara Îslamî ya Îranê, di civîna nûnerên Meclisa Dehem de, rexneyên tund ji binyat û dezgehên kilturî û berhemên kilturî di Îranê de girtin û ragehand ku, di vê derheqê de hest bi bêseruberî û berelayî yê dike.

Xamineyî di civîna xwe ya yekemîn tevî nûnerên Meclia Dehem de pêdagirî liser kirîza Aborî weke kêşeya herî sereke ya welatê Îranê kir û ragehand ku, mijarên kilturî di dirêjmideh de, ji aboriya welat jî girîngtir in, lewra serbarê rexnekirina siyasetên kilturî yên Îranê, derheq bi berhem û berhemanîna bibuha, û herwha rêgirtin ji berhemên kilturî ên bêbûha û bi zirar, hest bi bêserûberiyê dike.

Piraniya çalakiyên kilturî ên li Îranê, di bin çavedêriya Wezareta Ferheng û Êrşad a Îslamî, Deng û Reng û rêkxistina Pirûpagendeya Îslamî(Saziman Teblîxatê Êslamî) de tên birêvebirin. Di vê navberê de jî Wezareta Ferheng û Êrşad a Îslamî jî, li jêr çavedêriya dewletê de kar dike, lewra pê diçe ku rûyê rexneyên Xamineyî pitir ji vê wezaretxane û dewletê be.

Eva yekemîn car nine ku Xamineyî siyaseta kilturî ya Îranê rexne dike, bo mînak berê jî perepêdana berfireh ya zimanê Îngilîzî û pirogramên kilturî di zanîngehan de, rexne kiribû.