Wezîfedarekî hêza întizamî hate kuştin

15:49 - 18 Adar 2019
Ajansa Kurdpa: Wezîfedarekî hêza întizamî, li ser sînorê bajarê Bane hate kuştin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 26`ê Reşemehê(17`ê Adara 2019`an) li şer û pevçûneke ku, di navbera hêzên întizamî yên hikûmeta Îran û girûpeke çekdar, li ser sînorê bajarê Bane rûdawe, wezîfedarekî hêza întizamî yê hikûmeta Îranê hatiye kuştin.

Li gorî nûçeyên medyayên girêdarî hikûmeta Îranê ku belavkirine, nasnameya wî wezîfedarî “Ebozer Hemze Kurd” xelkê bajarê Melayêr a girêdayî parêzgeha Hemedanê ragehandine.

Ew şer û pevçûne li demjmêr 21:30`ê şeva 26`ê Reşemehê(17`êAdara 2019`an) li devera Serab a girêdayî bajarê Bane rûdaw e.

Heya niha tu yek li partiyên Kurd yên opozisyona hikûmeta Îranê, berpirsayetiya wê şerî bi stûyê xwe negirtine.