Weşana bi navê “Başûr” di bajarê Îlamê de, dest bi kar bû

15:37 - 19 Şibat 2019
Ajansa Kurdpa: Ofîsa weşangeha bi navê “Başûr” li bajarê Îlamê, hate avakirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî 28`ê Rêbendanê, merasima dest bi karkirina weşangeha “Başûr” di gel amadebûna komek ji nivîskar, helbestivan û wêjevanên zimanê Kurdî li bajarê Îlamê hate lidarxistin.

Ew civîna di gel gotina helbestan, gotûbêjkirin û sitranan hate lidarixistin, û herwisa avakirina navendên weşana çand û kultûrî, derheq balkişandina li ser zimanê dayîkê hate pejrandin, û her yek ji kesên beşdar di vê civînê de, dîtingehên xwe anîne ziman.

Birêveberiya weşangeha “Başûr” di wê merasim de spasiya hemû kesên beşdar kir û da zanîn, em hemû tekoşînekê bo xizmetkirina bi ziman û wêjeya Kurdî di bajar û deverê de bikin.

Di Sermaweza sala borî de, weşangeha “Başûr” bo encamdana çalakiyan di warê ziman û wêjeya Kurdiya başûr de, îzin hate verigirt.

Weşangeha “Başûr” bi birêveberiya “Mihemed Muradî Nisarî” di bajarê Îlamê de, dest bi çalakiyên xwe kiriye.

Di Reşemeha sala derbazbûyî de jî, Mihemed Muradî Nisarî wekî, helbestvanê ciwan yê Kurd hate hilbijartin, û ji ber encamdana çalakiyên di warê çand û wêjeya Kurdî de rêz jê hate girtin.