Werzişvanekî Kurd bi 3 meh heps hate cezadan

20:52 - 9 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Werzişvanê Kurd yê xelkê gundeke girêdayî bajarê Seqizê, bi sedema xemilandina alaya Kurdistanê li ser kincê xwe, bi 3 sal heps hate cezadan.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Pêncşemî 16`ê cozerdana 1398`an, dadgeha Şoreşa bajarê Seqizê, cezayê Sê meh heps bi ser werzişvanê Kurd yê bi navê “Mîlad Fazilpûr” kurê Mihemed û xelkê gundê “Melqeren” a girêdayî bajarê Seqizê, sepand.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê li bajarê Seqizê ragihandiye ku, ew ciwanê Kurd, bi sedema jixwekirina kincekê di cejna Newroza îsal de, ku bi alaya Kurdistanê hatibû xemilandin, ji aliyê hêzên îtila`ata bajarê Seqizê ve hate desteserkirin û paştir bi awayekî demkî hate azadkirin.

Nûçegihanê “Kurdpa”yê, berdewam kiriye ku, ew ciwanê Kurd, bi awayê demkî çend caran ji aliyê îtila`atê ve hatiye gazîkirin, û lêkolîn jê kirine.

Li gorî vê çavkaniyê, îdareya îtila`ata bajarê Seqizê, bi drustkirina dosyek derheq xemilandina alaya Kurdistanê li ser kincên wî werzişvanê Kurd, dadgeha Şoreşa wî bajarî, bi piştgirêdan bi wê dosyeyê, ew hevwelatiye Kurd bi Sê meh hepis ceza kiriye.