Welatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Sine li cihê karê xwe de hate desteserkirin

17:54 - 26 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Hêzên ewlehiyê welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Sine li cihê karê wî de ev desteser kirin.

Li gor agahiyên ku gihîştine ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Sêşemî 24`ê Îlona 2019`an, welatiyê Kurd yê bi navê “Delîr Nesîrî”, xelkê gundê Tengîserê û rûştiyê bajarê Sine, li cihê karê xwe de, ji aliyê hêzên ewlehiyê yên girêdaiy saziya ewlehiya Spaha Pasdaran ve, hatiye desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê piştî desteser kirina wî welatiyê Kurd, êrîşî mala wî kirine û herwisa piştî vekolîna mala wî, dest bi ser hin alavên şexsî yên wî welatiyê Kurd de girtine.

Li gor gotina çavkaniya agehdar, ev welatiyê Kurd bo lêkolînê  bo girtîgeha ewlehiya Saziya Spaha Pasdaran ya li biryargeha Şehramfer a bajarê Sine veguhastine.

Heya belavbûna wê nûçeyê, derheq çarenivîs û sebeba desteserkirina wî welatiyê Kurd, tu zanyariyek berdest nîne.