Welatiyekî Kurd piştî lêpirsînê bo girtîgeha bajarê Urmiyê veguhastin

15:51 - 2 Îlon 2019

Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê devera Somaûbiradusat a ser bi bajarê Urmiyê, piştî dawî hatina lêkolînê wî, navbirî bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê veguhastin.

Pêka nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihanioya “Kurdpa”yê, roja Şemî 9`ê Xermanan, welatiyekî Kurd ê bi navê “Alî Se`îdî” ê xelkê gundê Hesenî a ser bi devera Somaûbiradust a girêdayî bajarê Urmiyê, piştî du hefteya di girtîgeha îdareya îtila`ata hikûmeta Îranê ya bajarê Urmiyê de, bo girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê veguhastin.

We welatiyê Kurd, di rêketa 20`ê Gelawêja Îsal de, ji aliyê hêzên îtila`ata rejîma Îranê ve bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd ên opozisiyon ên hikûmeta Îranê” hatibû desteserkirin.

Ew welatiyê Kurd, niha di benda 3-4 a girtîgeha navendî a bajarê Urmiyê de ye.