Welatiyekî Kurd hate desteserkirin

15:50 - 2 Îlon 2019

Ajansa kurdpa: Welatiyekî kurd ê xelkê bajarê Pawe û rûniştiyê bajarê Sine, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hate desteserkirin.

Li gorî rapora ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Şemî, 2`ê Xermanan, welatiyekî Kurd ê bi bavê “Soran Ezîzî” xelkê bajarê Pawe, ji aliyê hêzên îtla`atê ve hate desteserkirin û piştî rojekê desteser kirin li girtîgeha îdareya Îtla`at a bajarê Sine, bo îdareya îtla`at a bajarê Kirmaşanê veguhastin.

Ew welatiyê kurd xelkê gundê “Zerdûyî” a girêdayî bajarê Pawe û rûniştiyê bajrê Sine ye, ji aliyê hêzên îtla`atê ve bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Hizbên Kurdî ên opozisyon ên hikûmeta Îranê” hate desteserkirin.

Heya dema belavbûna wî nûçeyê, tu zanyariyek li qedera wî welatiyê kurd li berdest de nîne.