Welatiyekî Kurd bi awayekî demkî hate azadrkirin

14:56 - 5 Tebax 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Mehabadê bi danîna barimtê bi awayekî demkî hate azadkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, di heyama çend rojên derbasbûyî de, welatiyekî Kurd ê bi navê “Omîd Îbrahîmzade” ê xelkê bajarê Mehabadê bi danîna barimtê bi awayekî demkî ji girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê de hate azadkirin.

Omîd Îbrahîmzade digel 5 welatiyên din ên bi navên “Selîm Şêxênijad, Suhrab Qadirzade, Hêmin Îsmaîlî, Şêrko Ebas Tahir û Xalid Kawilanî” ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûne desteserkirin û bo girtîgeha îdareya îtila`ata bajarê Urmiyê hatibûne veguhastin.

Ew 6 welatiyên Kurd di rojên Şemî 15`ê Pûşper û heya roja Pêncşemî 20`ê Pûşperê bi bê hebûna destûra yasayî ya dadhegê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatibûne desteserkirin.

Roja Pêncşemî 27`ê Pûşperê, malbata “Omîd Îbrahîmzade” digel kurê xwe di îdareya îtila`atê de hevdîtin kiribûn.