Welatiyek Kurd ê xelkê “Sayîn Qela”ê hate desteserkirin

21:10 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2019
Ajansa Kurdpa: Îdareya îtila`ata “Sayîn Qela”, welatiyekî Kurd desteserkir.

Li gorî nûça ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Yekşemî, 23`ê Pûşperê, welatiyekî Kurd yê bi nave ”Mehmûd Sebûrî” rûniştiyê bajarê “Sayîn Qela”, ji aliyê hêzên îtila`atê ve hate desteserkirinê.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îtila`at di dema desteserkirina wî wlatiyê Kurd de, bi awayekî tund dest avêtine bi lêdana wî.

Wê çavkaniya agehdar daye zanîn ku, ew welatiyê Kurd bi bê hebûna destûra yasayî ya dadgehê ji aliyê hêzên îtila`atê ve hatiye desteserkirin.

Heya belavbûna vî nûçeyê, li qeder û sebeba desteserkirina wî welatiyê Kurd tu zanyariyek jiberdest de nîne.