Welatiyê Kurd yê temen 61 salî bo îdareya Îtila`atê hate gazîkirin

21:00 - 8 Nîsan 2019
Ajansa Kurdpa: Welatiyê Kurd yê xelkê bajarê Bokanê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hate gazîkirin û lêkolîn jê kirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 19`ê Xakelêweyê (8`ê Nîşanê) welatiyê Kurd yê bi navê “Qadir Êlahveiysî” temen 61 salî û xelkê bajarê Bokanê, bo îdareya wî bajarî hatiye gazîkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev welatiyê Kurd bi tawana tebilîx li dijî hikûmetê, bo îdareya îtila`ata wî bajarî hatiye gazîkirin û piştî 4 demjmêran lêkolînkirinê hatiye azadkirin.

Hêzên îtila`atê piştî vegirtina sozê bi awayê nivîsikî, ev welatiyê Kurd yê temen 61 salî azad kirine.