Veguhastina çekên şer li bajarê Neqede bo bajarê Şinoyê

15:37 - 25 Hezîran 2019
Ajansa Kurdpa: Spaha Pasdaran çekên giran ji bajarê Neqedê bo bajarê Şinoyê vediguhazîn e.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, roja Duşemî 3`ê Cozerdana 1398`an, Spaha Pasdaran çek û teqemenî ji binkehên xwe yên bajara Neqedê bo bajarê Şinoyê veguhastin.

li gorî çavkaniyeke agehdar di vê derheqê de daye zanîn ku, Spaha Pasdaran di dema veguhastina çekên giran bo bajarê Şinoyê, balafirên bê pîlot ên Spaha Pasdaran jî li esmanê bajarê Şinoyê û deverên sînoriyê wî bajarî di encama çavdêriyê de bûn.

Herwisa Îsmaîl Xelîlzade, cihgirê Emeliyat a biryargeha Hemze, roja Duşemî 3`ê Pûşpera 1398`an, di civîneke rojnamevanî a girêdayî Spaha Pasdaran de ku bi gef xwarin ji Partiyên Kurd yên Opozisiyon yên hikûmeta Îranê daye zanîn ku, hekî hêzên dijî şoreş ku xeta sînoriya me ku xeta sor a Biryargeha Hemze û Spahê ye, û bixwazin bo têkdana ewlehiya welat bêne navxweyî welat, rastî dijkiryarên hêzên Biryargeha Hemze tên.

Her di vê pêwendiyê de, roja Pêncşemî 30`ê Cozerdana 1398`an, Spaha Pasdaran çekên giran ên wekî katiyûşa li bilindahiya sînorê bajarê Pîranşarê bi cih kirine.